واژگان کُردی-ایرانی در زبان تُرکی: شروع با حروف  A,B,C

زبان کُردی در میان زبان های هندواروپایی از گروه زبان های ایرانی است. منظور از زبان ایرانی، نامیدن تمام زبان های زیبا و برادر در این گروه است. این گروه از زبان هایی که امروزه به کار می روند مثل: فارسی، کُردی، بلوچی، دری، تاجیک، اوسَتی، تاتی، تالشی، پشتویی و غیره تشکیل می شود. وقتی که ما از زبان ایرانی صحبت می کنیم، منظور زبان فارسی نیست. برعکس منظور تمام زبان های بالایی است که امروز به کار برده می شوند یا قبلا تکلم می شده اند و اکنون از بین رفته اند.

زبان کُردی در میان زبان های هندواروپایی از گروه زبان های ایرانی است. منظور از زبان ایرانی، نامیدن تمام زبان های زیبا و برادر در این گروه است. این گروه از زبان هایی که امروزه به کار می روند مثل: فارسی، کُردی، بلوچی، دری، تاجیک، اوسَتی، تاتی، تالشی، پشتویی و غیره تشکیل می شود. وقتی که ما از زبان ایرانی صحبت می کنیم، منظور زبان فارسی نیست. برعکس منظور تمام زبان های بالایی است که امروز به کار برده می شوند یا قبلا تکلم می شده اند و اکنون از بین رفته اند.

در زبان کُردی برخی از واژه ها وجود دارند که تنها کُردی اند و در میان کُردها به کار می روند. مثال واژه های Kur, Keç, Zarok (=Zar, Zaro, Mindal) یا واژه های Reş, Rondik (=Hêstir, Stêr, Firmêsk) اما برخی واژگان نیز هستند که ضمن کاربرد در زبان کُردی در سایر زبان های ایرانی نیز کاربرد دارند که یا عین آن یا با اندکی تغییری مورد استفاده قرار می گیرند. مثل دست Dest، بازار Bazar، گل Gul و … .

زبان هایی که در همسایگی هم قرار دارند بسیاری از واژگان مورد نیاز خود را از یکدیگر می گیرند که اصطلاحا به آن وام واژه می گویند. زبان ترکی نیز به واسطه قرابت با زبان های ایرانی به ویژه زبان کُردی، هزاران واژه از این زبان وام گرفته است که امروزه به طور گسترده مورد استفاده قرار می گیرند.

با شکل گرفتن زبان ترکی استانبولی در اوایل قرن بیستم و غدغن کردن سایر زبان ها و از جمله زبان کُردی کُرمانجی سعی بر این شد تا انبوه واژگان کِردی و کُردی- ایرانی موجود در این زبان به عنوان واژگان ترکی قلمداد شوند.

خوب است بدانیم در الفبای جدید ترکی استانبولی سه حرف «Q, W و (به ترتیب و ، ق و خ) غدغن شده اند، به طوریکه در تمام واژگانی که «ق Q» وجود دارد این حرف تبدیل «ک K» شده است، مثلا واژه ی «قهرمان» تبدیل به «کاهرامان». در واژه های که «خ X» وجود دارد این حرف تبدیل به «ه H» شده است به عنوان مثال کلمه ی «خندق» به کلمه ی «هَندَک» ! تبدیل شده است و به همین تربیب واژه های «خبر» به «هابَر» و «استقلال» به «ئیستیکلال» و «خیم» (بنیاد و اساس) به «هیم» و «خانه» به «هانی»! و «تاریخ» به «تاریح» … تبدیل شده اند. در بسیاری از موارد «ب B » به «پ P » تبدیل شده است به عنوان مثال واژه ی «خطیب» به «هاتیپ» ! تبدیل شده است و تغییراتی در سایر حروف.  همچنین در بسیاری از واژگان کُردی-ایرانی و یا عربی موجود در زبان تُرکی حرف «ب» به «پ» تبدیل می شود که یک مثال آن همان واژه ی خطیب در بالا می باشد. بدین ترتیب بسیاری از واژگان عربی و کُردی – ایرانی به همین تغییر شکل یافته اند که اگر کسی اطلاع نداشته باشد گمان می کند آنها واژگان ترکی هستند.

این حد از آسیمیلاسیون زبانی به قدری است که برخی از ترک و کُردهای این منطقه وقتی به اصطلاح می خواهند واژه ها را به درستی تلفظ آنها در عربی یا کُردی و ایرانی تلفظ نمایند، گمان می کنند که هر «ک» ای لزوما «ق» است و هر «ه» ای لزوما «خ» ، لذا گاهی اوقات مشاهده می شود که «هاجر» را «خاجر» می گویند به گمان اینکه «ه» موجود در هاجر همان «خ» است.

در این بخش پاره ای از واژگان کُردی – ایرانی دخیل در زبان تُرکی به تفکیک حروف الفبا همراه با معادل آنها در زبان های انگلسی، فرانسوی، پارتی، فارسی و … بیان می شود. ردیف اول ابتدا کلمات با الفبای ترکی استانبولی و سپس واژه ی صحیح آن در کُرمانجی و سپس معادل آن در فارسی و زبان های دیگر بیان شده است. مثال

انگلیسی Înglîzî

فرانسوی Fransîzîپهلوی Pehlewîفارسی Farsîکُردی Kurdîترکی Tirkî
springprintempsveharbeharbihar

bahar

 البته ذکر این نمونه ها بدین معنا نیست که بگوییم زبان ترکی نارسا و ناگویاست و زمان ما از همه ی زبان ها سرتر و غنی تر است. هدف آشکارشدن حقایق زبان کُردی است البته از راه علمی تا هر کسی بداند که حرف و نظریه های نژادپرستانه و غیرعلمی جایگاهی در دنیای امروز ندارند.

در مطالب زیر برگرفته از نشریه ی کُرمانجی KURMANCÎ متعلق به انستیتو کُردی پاریس این امر مورد بررسی قرار گرفته است.  نشریه ی کُرمانجی KURMANCÎ از تابستان ۱۹۸۷ شروع به چاپ کرده است و تاکنون بیش از ۵۴ شماره به چاپ رسانده است. شما می توانید این نشریه را از آدرس زیر تهیه کنید:

http://www.institutkurde.org/en/publications/kurmanci/downloads/

برخی از اختصارات موجود:

far. = فارسی

peh. = پهلوی

Tr= ترکی

lat. = لاتینی

îng. = انگلیسی

skr. = زبان سانسکریتی

part. = زبان پارتی

 ب. قوی اندام

Peyvên kurdî-îranî di zimanên cîran de – DI ZIMANÊ TIRKÎ DE

Zimanê kurdî, di nav zimanên hindoewropî de, ji koma zimanên îranî ye. Mebest ji zimanên îranî, binavkirina hemû zimanên xwîşk û bira yên ku di nav vê komê de ne. Ev kom ji van zimanên ku îro têne axaftin, wek: farsî, kurdî, belûçî, derî, tacikî, osetî, tatî, talişî, peştûyî û hwd pêk têt. Gava ku mirov dibêje zimanê îranî, ev nayê wê maneyê ku mebest farsî ye. Li bervajiyê vê, hemû ew ziman in, ku îro tên peyvîn yan jî berê dihatin axaftin lê niha mirî ne. Ango navê wê komê jê tête qest kirin.

Di zimanê kurdî de peyv hene, ku bi tenê kurdî ne. Ango di nav gelên îranîziman de ew peyv bi tenê li ba kurdan hene. Wek peyvên kur, keç, zarok (=zar, zaro, mindal), reş, rondik (=hêsir, stêr, histêrk, firmêsk). Lê hin peyv jî hene, ku tevî ku di zimanê kurdî de hene, di hemû zimanên din yên îranî de jî hene, ku yan her bi `eynî rengî yan jî hinek caran piçekî cihê û bi aksaneke din têne bi lêv kirin. Wek dest, yek, bazar, gul, dûrbîn/ dûrebîn. Ji peyvên weha hevpişk re peyvên “îranî” têne gotin. Ji ber ku ew malên hemû gelên îranîziman in. Lê gava ku ji van gotinên îranî peyveke din li gor peyvsaziya kurdî hatibe afirandin, êdî ew peyveke kurdî ye. Wek dest gotineke îranî ye, lê heçî peyva destegul e, dibe kurdî. Ji ber ku di zimanên din yên îranî de peyveke bi vî rengî ku bi tenê peyveke hevedudanî be û di vê maneyê de bête bi kar anîn tune ye. Lê ew di Şûna peyveke hevedudanî de, peyveke nehevedudanî ya bi îzafeyê çêkirî bi kar tînin. Herweha ev çend peyvên din in, ku li gor peyvsaziya kurdî ne : serbijêr (bi tenê peyva ser bi îranî) bejinûbala (bi tenê peyva bala bi îranî) dilketî (bi tenê peyva dil bi îranî) nankor (bi tenê peyva nan bi îranî) berşîr (bi tenê peyva şîr bi îranî) Peyv jî hene ku ji zimanekî din yên îranî hatine û ketine kurdî, bêî ku bilêvkirina wan bête guhartin yan jî bi guhartineke piçûk, îro jî têne bi kar anîn. Wek: Nimayiş, ku navdêreke lêkerî ye û ji lêkera nimûden ya farsî têt.

Di kurdî de berginda vê lêkerê nimandin e û her bi maneya nîşandan û pêşkirinê de ye. Lê heçî peyva nimayiş e, di çend maneyan de tête bi kar anîn. 1. Xwepênîşandan, mîtîng 2. Di kurdiya soranî de her bi maneya pêşraxistin, pênîşandan, nîşandanê. Herweha newzad, ku ji peyvên now (new) û zad pêk hatiye. New/now ya farsî, bi kurdî nû û – zad ya farsî, bi kurdî –za, ango nûza. Lê eger em ji dêl newzad ya farsî bi kurdî peyva nûza bi kar bînin, dê maneyeke din jê derkeve. Kurd nûza ji bo zarokên ku nû ji diya xwe bûne û çend rojî ne, dibêjin. Lê peyva Newzad di kurdî de ji bo navê kuran tête bi kar anîn û ne di vê maneya me gotî de. Heçî di farsî de ye, ev peyv ne wek nav lê belê bi tenê di maneya nûza de tête bi kar anîn. Herweha wek peyvên din. Namzed, name, nimûne, newroz / newrûz (nûroj) û hwd. Vêca gava ku em dibêjin filan bêje îranî ye yan jî kurdî ye, mebest jê ew e, ku me li jorê şerh û ronahî kiriye. Armanca vê kurtelêkolîna me ya han ne ew e, ku em dewlemendî yan jî jarî û qelsîya zimanekî cîran raxînin pêş çavan. Bi encama jê bidestketî bixwazin bibêjin, ku zimanê me di ser gişt zimanan re ye. Ji filan yan jî bêhvan zimanî dewlemendtir e, paqijtir û zelaltir e. Ne wek wî zimanî zimanekî têkilhev e û gencîneya peyvên wî ji çend bêjeyan bêtir nîne. Ev reng helwêst û awir ne rast in. Em xwe herdem jê gellekî dûr dixin. Lê dijmin û nehezên gelê me timî bi mêjî û têgihîştineke şovenî ya bi vî rengî li zimanê me nihêrîne. Xwastine ku kurdî bikin yan zimanekî tuneyî, yan zimanekî têkilhev û yan jî zaravayek ji zaravayên pir paşdemayî yê zimanê xwe. Divê qenc bête zanîn, ku çu zimanek nîn e ku ne dewlemend be, her qels û jar be. Her zimanek li gor xwe, li gor dînamîkên xwe dewlemend e. Eger ji dînamîkên xwe îstifade bike, dikare di her warî de her tiştî pê bîne zimên, bibêje û binivîse. Bi alîkarîya wan dînamîkan dikare rêya afirandina peyvan li ber xwe xweş bike da ku bikaribe ji xwe re term û mefhûmên pêdivî biafirîne. Bi vî awayî dikare zimanê xwe bike zimanekî nûjen, geşedarbûyî û zimanê zanistê. Ji bilî vê rêyê, rêyeke din jî heye, ku ew jî ji zimanên din bideynkirina term û mefhûmên pêdivî ye. Ev jî hîç ne ji qelsî û jarîya wî zimanî ye, heye ku mecbûrîyetek be ji mecbûrîyetên cîhana îroyîn ya her ku diçe piçûktir dibe. Serdema niha, ku serdema teknolojîyê ye, tixûb nema xwe li ber radigirin. Ziman jî hew dikarin bi tenê bi peyv û bêjeyên xwemalî xwe têr bikin. Ji wan re sifreyeke ji peyvên dereke xemilandî jî pêwîst e, da ku bikaribin bi wê çavkanîyê zorê ji astengan bibin. Çawan ku me ji zimanên cîran peyv biribin, wisan jî wan ji me birine. Bi lêkolîneke holê em dixwazin bandora zimanekî qedexekirî, ku yek ji mezintirînê tawanên li hember mirovatîyê ye, li ser zimanekî serdest nîşan bidin. Herweha bibêjin, ku divê xwedîyên ‘eslî yên van peyvan çu caran bi tirsa ku ew ji zimanê “tirkî” ne, xwe ji bikaranîna wan nedin paş. Heçî ji bo derxistina ‘esl û bineçeyên van peyvan e, me wek çavkanî pirtûk û xebatên etîmolojîk yên zanistî bi kar anîne. Me pişta xwe çu caran nedaye etîmolojîya gelêrî ku bi her awayî ji zanistê dûr e. Herwisan me di vê lêkolînê de xwastîye ku em kurdîbûna bi tenê peyvên ku îro di zimanê nivîskî yê tirkî de gellekî têne bi kar anîn destnîşan bikin. Bi tenê li ser peyvên sade yan jî hevedudanî rawestin, ku hemû perçeyên wê kurdîîranî ne û ne ku bes perçeyek jê bi kurdî-îranî lê yê din bi tirkî be.

Piştî ku me lêkolîna xwe ya li ser zimanê tirkî û zimanên din yên cîran jî kuta kir, em ê vêca dest bi berevajîyê wê bikin. Ango, peyvên ku ji zimanên cîran ketine kurdî.

Çend kurte :

far. = farsî

peh. = pehlewî

tr. = tirkî

lat. = latînî

îng. = înglîzî

skr. = sanskrîtî

part. = partî

Amadekar : Reşo ZÎLAN – Behroz Şucaî

برای مشاهده در اندازه ی بزرگ روی تصاویر کلیک کنید.

شروع با حرف A

واژگان کُردی-ایرانی در زبان ترکی: شروع با حروف  Peyvên kurdî - îranî di zimanê tirkî de: A,B,C

 

منبع این پست سایت الله مزار


برچسب‌ها: واژه های کردی , زبان ترکی

تاريخ : سه شنبه پانزدهم بهمن ۱۳۹۸ | | نویسنده : دلال |
.: Weblog Themes By VatanSkin :.